Derbarê mijarê de ji teref Airbusê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji bo em vegerin halê xwe berê ya aborî dibe ku ji me re 3 an jî 5 sal lazim bin. Ji ber vê yekê em ê li Fransayê 5 hezar, li Almanyayê 5 hezar û 100, li Îngîlterê hezar û 700, Li Îspanyayê 900 û ji tesîsên din ên Airbusê hezar û 300 kesî ji kar derbixin.(ÎLKHA)