Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 9 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û di encama 1886 testên ku hatin kirin de  bi 240 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 88 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û hejmara kesên başbûyî derket 1855 kesî.(ÎLKHA)