Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1492 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 191 hezar û 657 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara pêketîyan geh zêde dibe û geh jî kêm dibeDigel ku hejmara testên me 10 hezar zêde bûbe jî netîce di warê rîskê de hişyarîyê li me dike. VÊ havînê ji bilî tevdîrê tu vebijêrka me tune ye."(ÎLKHA)