Wezareta Karên Hundir ê Ozbekistanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîye ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Ozbekistanê ve hat belavkirin derbarê mijarê de hat destnîşankirin; polês Ozbekistanê û serwîsa ewlehîya neteweyî  di serî de li Taşkentê û her wisa li gelek deran li hember Tuxayên Tewhîd û Cîhadê operasyon destpêkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 25 kes hatin binçavkirin.

Mahkemeya Bilind a Ozbekistanê di sala 2016an de Tuxayên Tewhîd û Cîhadê xistibû "lîsteya rêxistinên terorê."(ÎLKHA)