Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bombebarkirî ya ku li nêzî herêma bazarê hatibû bicîkirin hat teqandin. Di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hêj tu kesî êrîşê li ser xwe negirtîye.(ÎLKHA)