Doh li  gundê Dudakliya navçeya Kestela Bursayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û di encama lehîya ku rabû de 5 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî winda bû.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: "Ez ji Xweda, ji bo wan kesên di lehîya ku li gundê Dudakliya navçeya Kestela Bursayê rabû de canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda vê lehîyê bike kefareta gunehan." (ÎLKHA)