Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 89 operasyonên ku li çolterên gundên Baglan û Kabakaya Licê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 7 milyon û 571 hezar kok kenewîr  û tonek û 600 kîlo esrar hat bidestxistin û kesekî ku têkilîya wî bi bûyerê re hebû hat binçavkirin.(ÎLKHA)