Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 43 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 43 hezar û 632yan.
Li Îspanyayê jî di heftîyeke dawî de 29 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 323yan û hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket 246 hezar û 272yan.(ÎLKHA)