Ahmed Razî di sala 1986an de di Kupaya Cîhanê ya ku li Meksîkayê hatibû tertîpkirin de golek avêtibû Belçîkayê û di sala 1988an de Futbolîstê Baştirîn a Asyayê hatibû hilbijartin.

Razîyê ku kaptanê berê yê Tîma Neteweyî ya Iraqê bû ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest da.

Razî roja pênçşemê  hatibû rakirin Nexweşxaneya  Numazê ya li Bexdayê.(ÎLKHA)