Li gorî agahîyên ku ji teref artêşa Pakistanê û rayedaran ve hatine dayîn, leşkerên Hindistanê êrîş birin li ser Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê de ye. Di encama êrîşa ku bi top û çekan hat kirin de qîzikeke 13 salî şehîd bû û dayik û lawê wê jî birîndar bûn.
Artêşa Pakistanê destnîşan kir ew ê "bi şikleke tesîrdar" bersiv bide êrîşa ku hatiye kirin.
Hindistan beşeke Keşmîrê îşxal kiriye û zilm û îşkenceyan li Mislimanên li wê derê dike û Mislimanan şehîd dike.(ÎLKHA)