Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: "Di van rojên dawî de li hinek bajarên me hejmara pêketîyan zêde dibe. Di Diyarbekirê 30 kes, li Kayserîyê 41 kes, li Êlihê 22 kes û li Bursayê jî 46 kes di lênerîna awarte de tên tedawîkirin."
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristîyê di 24 seatên dawî 41 hezar û 112 test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 248 kesên din re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)