Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê dikevin û ji ber Coronavîrusê dimirin her ku diçe zêde dibe.

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencîyê balan kişand li ser waqa û mirinên ku Coronavîrus ji wan re dibe sedem û destnîşan kir, ger li gorî tevdîran heyê hereketkirin ew ê rewş xirabtir û nebaştir bibe.

Berzencî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, divê welatî li gorî tevdîran hereket bikin û di vî warî de hessas bin û dû re wiha got: "Ji ber ku li gorî tevdîran nayê hereketkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê dimirin û bi vîrusê dikevin zêde dibe."

Li gorî danetên Wezareta Tenduristîyê heta niha 2821 kes bi vîrusê ketin û 75 kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)