Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 184 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 43 hezar û 153yan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin hezar û 115 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 299 hezar û 251 kesî.(ÎLKHA)