Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1467 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 181 hezar û 298 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara pêketîyan li gorî doh 125 kes hindiktir e.Hejmara kesên ku li xestê hatin razandin 210 e.Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de hatine razandin  ji sedî 10 zêdebûn heye."(ÎLKHA)