Mela Seîd ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû û bi fedakarîya xwe dihat nasîn. Mela Seîd 7 salên dawî yên emrê xwe di oxira Îslamê de li muhaceratê derbas kir. Mela Ehmed Varolê ku kekê wî ye di salvegera duyemîn a wefata wî de qala birayê xwe kir.

Varol di destpêka axavtina xwe de diyar kir zaroktîya wî û birayê wî bi hev re derbas bû û dû re wisa qala birayê xwe kir: "Demekê em li medresê jî bi hev re bûn. Dîsa piştî pêvajoya medresê jî demekê em bi hev re man. Elbet jiyana dinyayê carinan însanan ji hev dûr dixe. Em jî pêlekê ji hev dûr ketin. Min li Gercewsê di medreseyekê de muderristî dikir. Şehîd jî wê demê li Farqînê dijîya. Piştî wê pêvajoya 2000î dest pê kir. Di salên 2000î de ez berîya şehîd hatim girtin. Ez li Entabê hatim girtin û 8 rojan di bin binçavîyê de man, gelek zêde îşkence li min hat kirin û dû re ez birim hepsê.  Piştî ku heftîyek derbas bû re bi hinceta nexweşxanê min ji hepsê derxistin û min şandin girtîgeha Diyarbekirê.  Ez û hevalekî xwe bi vî awayî çûn Diyarbekirê. 38 rojan em li Diyarbekirê man. Di vê pêvajoyê de Şehîd jî hat girtin û wî jî anîn hepsa Diyarbekirê. Di pêvajoya binçavîyê de polêsek bi şikleke xweşik bi me re miamele dikir.Ez nizanim ev yek taqtîq bû yan na. Wî polêsî min û birayê min  abî ba hev. Em nêzî 10-15 deqîqeyan em li ba hev man. Wê demê birayê min ji min re got 'Bi îşkenceyan û zexta zorê dixwazin hinek sûc û îftîrayan bi me bidin qebûlkirin. Dema ku ew fam dikin bi zorê nabe vêcarê dixwazin vê yekê bi xweşikayî ango bi rêyeke din bikin.' Piştî 70 rojî dîsa em birin hepsa Entabê. Lê birayê min li Diyarbekirê hiştin."

"Şehîd heqê temamê karê ku dikir dida"

Varol di berdewama axavtina xwe de wisa qala zaroktîya birayê xwe kir: "Şehîd dema ku biçûk bû pir xwînşêrîn, helîm û selîm bû. Hemû kesên ku ew didîtin jê hez dikirin. Pir bedew bû jî.  Çi qas  mezin bû ev taybetmendîyên wî kamil bûn. Dema ku ew li malê bû li malê şahî û kêf hebû. Henekên pir xweş dikir. Ew li kû bana li wê derê xweşî û hizûr hebû. Jiyana wî ne ji rêzê bû, heqê karê ku dikir dida. Tu kes jê aciz nedibû. Di heyata xwe ya medresê de jî wisa derdiket pêş. Dersên wî pir baş bûn.Însan li derdora wî kom dibûn. Tu kes jê aciz nedibû. Biçûk bû, lê belê ji tu kesî neditirsîya. Heta dema ku ez 10 salî bûm ew 8 salî bû, hingî em li gund bûn. Nêzî 10-15 zarok ji bo li me bidin kom bûn. Lê em ji wan netirsîyan û şehîd digel ku biçûk bû bi paşve gav navêt. Zarokekî pir cesûr bû. Zû bû zû teslîm nedibû û ji yê hemberî xwe neditirsîya."

"Merivekî cesûr  bû"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Malbatek ji Diyarbekirê hatibû Farqînê û dikana tamîrê ya wesayîtan vekiribû. Şehîd ji bo karekî diçe wê kargehê. Dema ku li wê derê sekinîbû bûbû şahid ku cîranên wî malbatî zilmê li wan dikin. Ji ber ku exlaqê wî tamîrkarî xweş bû hemû kes wesayîta xwe dianî ba wî. Ji ber vê yekê cîranên wî lê dihesûdîn û zilmê lê dikirin. Dema ku şehîd li wê derê dîsa tên tehdayîyê didin wî. Di netîcê de levdaneke mezin derdikeve. Birayê min di wê levdanê de di nav xwînê de mabû. Lê  xwîna li ser wî bes ne ya wî bû, yên wan kesên din jî bû. Hetta wê demê polêsan li qereqolê jê re gotibûn 'Ev çi hal e, ma tu qesab î?' Mela Seîd însanekî cesûr bû û qet serê xwe li ber zaliman neditewand."

"Xebat û xizmetên xwe yên li derve di hepsê de jî domand"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî Şehîd doza Îslamê nas kir re jî gelek zêde guh dihat dayîn gotinên û derdora wî jê hez dikir. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wextê ku li derve bû gelek zêde xebatên Îslamî kir û vê yekê di hepsê de jî domand û hepsê kir Medreseya Yusufî. Ew di hepsê de li gorî usûla medresê ders dida. Gelek însan jê îcazet standin. Her tim li ser xwe bû.Zexelî û sistî di jiyana wî de tune bû. Xweda rehma xwe lê bike."

"Dema ku muhacir bû  di qezayê de wefat kir"

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir birayê wî 10 salan di zindanê de ma û dû re derket derve. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Piştî ku ji zindanê derket re bû muhacir. Piştî çend salan di qezayeke trafîkê de wefat kir. Me jî çû cenazeya wî anî û ew li Êlihê defin kir. Xweda rehma xwe lê bike û me jî sewaba wî mehrûm neke."(ÎLKHA)