Qeza doh li gundê Çaykayaya girêdayê Baykanê derdora seat 15.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji paşve li kamyoneta li pêşîya xwe qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de yek jê pitik tevde 8 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)