Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li navçeya Kanîreşa  Bîngolê derdora seat 09.51î de 7 kîlometre di bin erdê de erdhejeke di mezinahîya 5,6an de pêk hat.

Di erdheja ku doh li Bîngolê pêk hatibû de kesek canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 10 kesî jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)