Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belakvirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Kesnezan û Çomana Hewlêrê zilamekî 71 salî û pîrekeke 70 salî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha bi 2 hezar û 101 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û 640 kes jî baş bûn û 44 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)