Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8425an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 175 hezar û 927 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 74 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8425 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 175 hezaran û 927 kesî.”(ÎLKHA)