Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 989 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 171 hezar û 121 kesan.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Rêjeya nexweşên me yên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn zêde dibe. Hejmara kesên ku bi mekînê ve girêdayî ne jî kêm dibe. Ger tevdîr kêm bibe ew ê tehdîd jî zêde bibe."(ÎLKHA)