Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 7 milyon û 201 hezarî kes bi vîrusê ketin û 408 hezar û 794 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 26  hezar û 597 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)