Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 153 hezar û 977 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 13 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 155 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 70 hezar 842 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)