Î.Y.yê ku bavê 4 zarokan e û li Stenbolê dijî berî vê çendakî ji ber belavbûna Coronavîrusê ji kar hat derxistin. Î.Y. piştî ku ji kar hat derxistin ji ber ku tu kesekî din mal de nedixebitî gelek zêde zehmetî kişand û hewl dida ku bi alîkarîya cîranên xwe jiyana xwe û ya malbata xwe bidomîne.

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku ji rewşa Î.Y. haydar bû ji malbatê re alîkarîya erzaq, pere û ji bo zarokê wan ê astengdar alîkarîya wesayîtê kir.(ÎLKHA)