Şallah ev bû demek ku li nexweşxanê ji ber nexweşîya xwe dihat tedawîkirin.

Hareketa Cîhada Îslamî bi daxuyanîya ku belav kir wefatkirina Şallahî ragihand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destîşankirin: "Remezan Abdullah Şallahê Lîderê Mezin ê Neteweyî ji ber nexweşîya ku ew pêketibû rehmet kir. Ew ji roja ku Hareketa Cîhada Îslamî hatiye damezrandin vir ve di nav micadelê de bû û em ji lîdertî, rûmet û şerefa wî ya di nav hareketê de re şahid in.Ew bi şiklê herî xweşik li emanetê xwedî derket û ala cîhadê bilind kir.Ew her tim xwedî li berxwedana Filistînê, nasnameya Îslamî û li Qudsê xwedî derket."(ÎLKHA)