Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa li Kabîlê li Camîya Wazîr Akbar Khan hat kirin. Di encama êrîşê de melayê camîyê jî di nav de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir teqemenî di hewşa camîyê de hatine bicîkiri.

Berdevkê Serokomartîyê Siddiq Siddiqî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir.(ÎLKHA)