Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama hezar û 365 testên ku hatin kirin de 35 test pozîtîf derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li Hewêrê bi kesekî re, li Silêmanîyê bi 28 kesî re û li Dihokê jî bi 6 kesan re vîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 420 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û 7 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Ji ber îhtîmala belavbûna coronavîrusê li Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan qedexeya derkletina derve hat îlankirin.(ÎLKHA)