Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 151  kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 3 hezar û 152  kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 90 hezar û 664 kesî.(ÎLKHA)