Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 6 milyon û 179 hezarî kes bi vîrusê ketin û 371 hezar û 297 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 816  hezar û 897 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)