Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonek û 816 hezarî  û yên mirîyan jî  105 hezaran derbas kir.

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê  105  hezar û  557 kes mirin û bi  milyonek û 816 hezar û  897  kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)