Muhammed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi 10 kesên ku ji Bexdayê hatine re Coronavîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her çi qas çûyîn û hatina di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatibin sekinandin jî dîsa hinek kes mecbûrî diçin û tên. Ji bo ku zirar ji jiyana rojene re neyê dayîn em naxwazin qedexeya derketina derve bê îlankirin. Ji ber vê yekê em ji welatîya daxwaz dikin ku xwe muhafeze bikin û li gorî tevdîran hereket bikin. Em fikarin ku li Hewlêrê pêketî zêde bibin û Coronavîrus bi lez û bez belav bibe.”(ÎLKHA)
Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê: “Em ditirsin ku Coronavîrus belav bibe”
Dr. Dilovan Muhammedê Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê di daxuyanîya ku da destnîşan kir ew ji ber îhtîmala belavbûna Coronavîrusê bi fikar in.
30.05.2020 18:05:13 / Xeberen Kurdi