Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezarek û 141  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 162 hezar û 120 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara testan zêde bû û hejmara kesên ku nû pêketine kêm bû. Dîsa di hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne û bi mekînê ve girêdayî ye kêm dibe.Divê em haya xwe ji mesafeya civakî bikin û bê maske derneyên derve.”(ÎLKHA)