Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 87  kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 229  kesan.

Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket 232 hezar û 248 kesan.

Li Îtalyayê heta îro 152  hezar û 844 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)