Bûyer li di wextên şeveqê de li Şemrexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin zarokê 13 salî yê bi navê Zekî Guzel bi hesina di destê xwe de hewl da ku kevokên li ser dîreka ceyranê bifirîne; lê belê bi ceyranê ve ma û giran birîndar bû.

Zarokê ku bi ceyranê ve ma bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)