En Nehhale ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê ya ku her sal di îna dawî ya meha Remezanê tê pîrozkirin daxuyanîyek belav kir.
En Nehhale di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Îro roj roja nûkirina soza me ya Qudsê ye, ey Quds em ê werin da ku tu bê azad û rizgarkirin.”
En Nehhale di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Meseleya Qudsê meseleya sereke ya temamê Mislimanên ku îman bi Xwedê anîne ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Meseleya Filistînê bes ne meseleya Filistînîyan e; bîlakîs doza temamê Mislimanan e. Quds paytexta ummeta Îslamê ye. Em rêwîyê rêyeke dirêj û bi meşeqqet in. Rêya azadîyê bes berxwedana li dijî siyonîzmê ye. Ew ê berxwedan ji me re azadîya me û rûmeta me bîne.Zafer dê ji xwe me re neyê. Ger me yekîtîya xwe ya ku temamê civakên Ereban destekê bidinê tesîs kir wê demê em dikarin muzaffer bibin.”(ÎLKHA)