Piştî Amerîka û Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 940 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 52 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 27 hezar û 940î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 280 hezarî.(ÎLKHA)