Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 334 kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 2 hezar û 712 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 54 hezar û 346 kesî.(ÎLKHA)
Li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 334 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 334 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 5666 kesî.
21.05.2020 12:40:12 / Xeberen Kurdi