Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 181 hezar û 575 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 110 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 132 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 63 hezar û 354 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)