Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 4 milyon û 990 hezarî bi vîrusê ketin û 324 hezar û 990 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîkaye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 570 hezar û 583 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)