Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezarek  û  610 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 148 hezar û 67 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Rêjeya nexweşên me yên ku di lênerîna awarte de ne û rêjeya kesên ku ji ber şobê canê xwe ji dest didin kêm dibe. Ji malê derneketin feydeyeke gelekî mezin dide vê micadeleya me. Ji malê dernekevin."(ÎLKHA)