Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 179 hezar û 630 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 124   kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 27  hezar û 532  kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 60  hezar û  562   kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)