Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 257 kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 2 hezar kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 42 hezar û 595 kesî.(ÎLKHA)