Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonekî û yên mirîyan jî 88 hezaran derbas kir.

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê  88 hezar û  304 kes mirin û bi  milyonek û 480  hezar û  701 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 90 hezar kes bimirin.(ÎLKHA)