Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1708  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 146  hezar û 457 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara nexweşên me yên di lênerîna awarte de kêm dibe. Hejmara testên me jî li gorî doh zêdetir in. Di rêjeya pêketîyan de hindik be jî zêdebûn heye. Divê em li gorî jiyana civakî ya bi kontrol hereket bikin.” (ÎLKHA)