Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ew wê êrîşa ku li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê hatiye kirin telîn dike û dû re wiha got: “Ez wê êrîşa ku li Qerqelîya Wanê li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê  yên ku alîkarî dibirin gundê Egrîbereya hat kirin telîn dikim û  ji Xweda ji bo wan kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda sebra cemîl bide nasên kesên ku canê xwe ji dest dan.”(ÎLKHA)