Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1635 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 144 hezar û 749 kesan.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara testên me derket li ser milyonekî. Hejmara nexweşên me yên di lênerîna awarte de ne û yên ku entube bûne jî kêm dibin Rêjeya başbûnê jî derket ji sedî 71,8an. Divê em haya xwe ji mesafeya civakî bikin.” (ÎLKHA)