Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 321  kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 217 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 27 hezar û 321î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 272 hezarî.(ÎLKHA)