Peskov destnîşan kir ew di destpêkê de qet tu delîlên nexweşîyê nedîtiye, lê belê dûre hema ji nişka ve germahîya laşê wî zêde bûye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Tiştê xetere sekinîn e. Dema ku me dît germahî zêde dibe û êş û elemên di laş de jî zêde dibin em çûn nexweşxanê. Baş e ku em çûn. Lewra nexweşî tam di wextê wê de hat tespîtkirin.”(ÎLKHA)
Berdevkê Kremlînê Peskov bi Coronavîrusê ket
Dmîtrîy Peskovê Berdevkê Kremlînê yê ku testa wî ya Coronavîrusê pozîtîf derket ji 1ê Gulanê vir ve di bin karantînayê de tê girtin.
14.05.2020 14:20:11 / Xeberen Kurdi