Wezareta Tenduristîyê ya  Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê  539   kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 186 kesan.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 229  hezarî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.(ÎLKHA)