Îro jî bi 10 hezar û  28 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 242 hezar û 271 kesî.

Li Rûsyayê heta niha 2 hezar û 212 kes ji ber Coronavîrusê mirin û 48 hezar û 3 kesên ku pêketibûn jî baş bûn.

Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Îspanyayê tê.(ÎLKHA)