Li Hewlêrê ev bû 5 roj ku bi ti kesî re Coronavîrus nayê tespîtkirin û yên ku pêketibûn jî baş bûn. Ji ber vê yekê sînordakirinên ku hatibûn anîn li Hewlêrê hatin rakirin.

Piştî ku sînordarkirin hatin rakirin re li Hewlêrê nimêja ewil a terewîhan hat edakirin.

Nimêj li mizgeftên mezin hatin kirin.

Welatîyên ku pê hesîyan sînordarkirin hatine rakirin  berê xwe dan camîyan, nimêja xwe kirin û dia kirin.

Hewlêrî derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku camî hatin vekirin ew gelek zêde kêfxweş û bextewar in.(ÎLKHA)